Evîndarên Franz K., yekemîn romana Burhan Sonmez a kurdî, di meha sibatê de ji nav weşanên Lîsê der çû û pê re jî rastî eleqe, rexne û nirxandinên cihê hat. Niqaşên destpêkê li ser helwesta nivîskar a nivîsîna bi zimanê kurdî û tercîha nivîskarên kurd a nivîsîna bi zimanên din çê bûn. Dibe ku li pêşerojê, dema ku berhemê çerxa xwe ya xwendinê temam kir, rexne û dahûrînên li dor metnê jî çê bin. Min, wekî edîtorê pirtûkê, bi vê nivîsara kurt xwest ku ez gaveke ber bi analîza berhemê ve biavêjim. Ev nivîs ji dahûrîna hêlên erênî û neyînî ya bi awayekî rexneyî bêtir, hewl dide ku bi nirxandina berhemê ya li dor hêmanên cureya romanê hin xasyetên berhema navborî nîşan bide. Ji bo hemî berhemên kurdî pêwîstî bi dahûrînên nirxandinê (evaluation) û rexneyê (critique) heye, ji ber ku geşbûna wêjeya kurdî bê rexne û nirxandin ne pêkan e. Tiştê girîng ew e ku nirxandin û rexne di cihê pêwîst de ji hev cuda bibin û pozîsyona dahûrîneran a li hember metnê di çarçoveya berhemê de kifş bibe, ne ku li gor pozîsyona şexsî û polîtîk, an jî ne li gor xudanê berhemê çê bibe.
Roman di ser çîroka evîndariya Ferdy û Amalyayê re derî li hin bûyerên piştî Duyem Şerê Cîhanê ta sala 1968an vedike. Di nav romanê de derbarê Kafka, Max Brod û hin kesayet û bûyerên din de jî hûrgiliyên balkêş hene. Bûyera kakilê romanê, an ku lêpirsîn û darizandina kuştina xwendekarekî, di nav çend rojan de diqewime, lê belê çarçoveya fireh a romanê li sêgoşeya sê bajaran, Stenbol, Berlîn û Parîsê, maweya sih û çil salî û bûyerên têkildar digire nav xwe. Karakterên romanê piranî ji dê û bavên ji nijadên cuda ne û pêrgî civakên têkalav bûne, an ku di nav wan şert û mercên pirçandî de mezin bûne. Karakterên ku yekûna jiyanên parçebûyî, serpêhatiyên nîvco, veqetînên neçarî û barên giran ê jiyanê ne, dîsa jî li ser mêzêna hêviyê cihên xwe digirin û bi vî awayî jî giraniya hêvî û xweşbîniyê bandora mod û atmosfera reşbîn sivik dike.
Ton û moda romanê li gor mekanên berhemê diguhere. Bajarê Stenbolê ji hêla Ferdy ve hesteke tijî nostaljiya salên berê yên biçûktî û xortaniyê dide kifş. Ev hest jî beramberî rewşa kesayetekî nexweş û evîndarekî dûrketî ye. Bajarê Parîsê bi atmosfera xwe ya polîtîk û muxalîf û bi niqaşên şoreşgerî yên li kafeyan xwedî atmosfereke bicoş e, an ku tijî azwerî ye û rengvedana wê li ser Ferdy û Amalyayê jî xuya dibe. Ji hêla din ve, Berlîn bi hewaya germ, bi derenghatina otobêsan û bi veqetîna ji nivekê ve modeke bêzar a piştî şer diafirîne. Di dadgehê de tona axaftinan a lêpirsîner, helwesta bersûc a îronîk atmosfereke tijî tengeje çê dike. Ev tengeje bi girîna dilsoz a dayîka xwendekarê ciwan ê kuştî bi rewşeke dramayî ji bo demeke kurt aram bibe jî, di beşên dadgehê de timî berdewam e. Li girtîgehê jî atmosfereke şikber heye. Her wisa alûlekên vala û bîhna giran a girtîgehê jî atmosfereke giran a jiyanê û nebûna dadweriyê derpêş dikin.
Di romanê de ahengeke şêwazgerî ya du şêweyên cuda yên vegotinê balê dikişîne ser xwe. Ji aliyekê ve dema niha ya çîroksaziyê bi rêbaza diyalogan pêşkêş dibe û ji aliyê din ve jî rabirdû bi parateksên serbixwe dikeve nav romanê. Romanûs bi diyalogan dema niha ber bi rabirdûyê dibe û bi paratekstan jî rabirdûyê ber bi dema niha ya bûyerê ve dikişîne. Diyalog mod û atmosfera romanê saz dikin. Bi rêya diyalogên navbera Ferdy Kaplan û Komîser Muller ên li girtîgehê û li binkeyê polîsan em bi rewşeke gumanbar û tijî tengeje re rû bi rû dimînin. Diyalogên li salona dadgehê yên navbera Ferdy, dozger û dadger jî atmosfereke îronîk çê dike ku tê de dozgerekî pêşdaraz bi hewldana xwe ya bê agahî û famkor dike ku şîroveyeke hevgirtî ji sûcê Ferdy re çê bike, lê belê ji ber ku çarçoveya wî pir teng û ew ji rastiyê dûr e rewşa wî dibe wekî ya pêkenokekî. Dadger jî noqî nav prosedurên hiqûqî bûye û bi telaşa senifandina sûc dilezîne.
Temaya evînê wekî kakilê berhemê di tevahiya tekstê de xuya dibe. Evîn wekî bergeha manyetîk karakterên nav romanê timî dikişîne ber bi xwe ve û bi taybetî di kesayeta Ferdy de bandora wê bi awayekî eşkere tê dîtin. Evîn wekî senteza giştî, her wekî îdeaya başbûnû ya Platon û mîna qebûleke amor fati serê hemî nakokiyan dipêçe û wan sergihayî dike. Temayeke din jî duçarbûna bi dijberê re ye ku nivîskar di çarçoveya nakokî/yekitiya sûc û cezayê de li ser wê şixuliye. Karakterên romanê duçarê rewşên dijber dibin û bi wan ezmûnan jî dikemilin. Roman bi awayekî jî temsîleke darizandinê ye û tiştê balkêş jî ew e ku darizandin hem bi şêweyeke rasterast li dadgehê çê dibe û hem jî bi awayekî temsîlî dibe darizandina nirx, bawerî û fikrên seqamgîr.
Evîndarên Franz K. li ser nakokiyan saz bûye. Ferdy û Amalya di çarçoveya nakokiya hezkirinê ya du zayendên dijber tûşî hev dibin. Her wisa nakokiya dilsozî û bêbextiyê ya di şexsê Max Brod û Franz Kafka de, nakokiya jibîrkirin û bîranînê ya di şexsê kalikê Ferdy û Doktor Hugo de nakokiyên desteya yekem in ku mirov divê qala wan bike. Dîsa jî nakokî wekî xwe namînin û her yek bi pêhisîneke sêyem wekî sentez li hev tên. Nakokiya zayendî ya ku wekî arketîpa nêr û mêtiyê xuya dibe piştî ku çendîn caran ji hev vediqetin û digihîjin hev, di dawiyê bi formeke cuda ya hevgihîştinê, mîna dûnadûnekê û hinek jî wekî evîndariya perestoyî ya mîtîk çareser dibe. Nakokiya dilsozî û bêbextiyê jî bi qedera hevpar a Kafka û Max Brod çareser dibe, lewre tiştê ku Brod tîne serê Kafka heman tişt li wî jî diqewime. Nakokiya daxwaza jibîrkirinê ya bûyerên xirab û berpirsiyariya bibîranînê jî di şexsê kalikê Ferdy de şênber dibe û ew jî hêjayî qalkirinê ye.
Evîndarên Franz K. her çi qas romaneke kurt be jî bi gelek hêma û temayan ve dagirtî ye. Ez bawer im ku li gel wan tespît û nirxandinên vê nivîsê, bi rêya xwendinên berfireh û dubare, bi rexne, analîz û nirxandinên dîtir ev berhem dê bibe mijara zêdetir niqaş û guftogoyan.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.